Hunermend Pinar Aydinlar, bi sedema ji tawanbariya propaxandaya rêxistinê 10 meh cezayê girtîgehê girtiye, wê birin Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê ya Jinan
Parêzerê Pinar Aydinlar Mûrat Arksak, diyar kir ku muwekîlê wî bi zorê hatiye tazîkirin, di derheqê personelan de banga sûç kir.
Bi darê zorê hatiye tazîkirin
Parêzerê Pinar Aydinlar Mûrat Arksak, di daxwaznameya pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê kir de wiha dibêje: “Muwekîlê min Pinar Aydinlar, di girtîgehê de bi tenê di binê müşahedeyê de tê girtin. Muwekîlê min her ku ketiye girtîgehê roja pêşin bi darê zorê hatiye tazîkirin, lêgerîna çîplax li hember wê hatiye pêkanîn. Bûyerên li hember Pinar Aydinlar pêkhatiye, derûniya wê xira dike û tehrîbatên mayînde di derûniya wê de pêk tîne.
Lêgerîna çîplaxî, ne li gor rûmeta mirovahiyê ye. Ev yek qedexeya îşkenceyê û muameleya xirab îhlal kiriye. Personelên vê yekê pêkanîne divê bên cezakirin.”

