Matematîkvanê kurd Koçer Bîrkar di Kongreya Matematîkvanan a Navneteweyî de xelata Madalyaya Fîeldsê ku weke ‘Nobela matematîkê’ tê zanîn, wergirt. Der barê mijarê de Bîrkar ev tişt anîn ziman: “Hêvîdarim ku 40 milyon kurd bi vê xelata min kêfxweş bibin.”
Yekitiya Matematîkvanên Navneteweyî di Kongreya Matematîkvanan a Navneteweyî de ku her 4 salan carekê tê lidarxistin, Madalyaya Fîeldsê dide 2, 3 an jî 4 matematîkvanan. Xelata ku navê matematîkvanê kanadayî Jonhn Charles Fîelds lê hatiye kirin, ji sla 1936’an ve tê dayîn û di cîhana zanistê de jî weke Nobela Matematîkê tê zanîn.
Di Kongreya Matematîkvanan a Navneteweyî de ku îsal li bajarê Rîo de Janeîro ya Brezilyayê hate lidarxistin, madalyaya 2018’an ji Zanîngeha Cambrîdge dan profesor Caucher (Koçer) Bîrkar, ji ETH Zûrîhê dan Alessîo Fîgallî, ji Zanîngeha Bonnê dan profesor Peter Scholze û ji Zanîngeha Stanfordê jî dan Akshay Venkatesh.
‘Hêvî dikim ku hemû kurd pê kêfxweş bibin’
Koçer Bîrkar ê 40 salî ku li Zanîngeha Cambrîdgeyê peywirdar e, li bajarê Mêrîwan ê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bîrkar ji sala 2000’an ve jî li Îngilistanê jiyana xwe didomîne. Bîrkar ê ku bi statûya penaberan ji mêj ve li Îngilistanê ye, têkildarî xelata xwe nêrînên xwe wiha parve dike: “Hêvî dikim ku bi xelata min, 40 milyon kurd keyfxweş bibin. ”
Xelata Bîrkar hate dizîn
Bîrkar diyar kir ku Kurdistan ji bo zarokên ku siberojê dê bibe matematîkvan welatekî dijwar e û wiha berdewam kir: “Min bawer nedikir ku rojekê vê xelatê bistînim.” Hat zanîn ku madalyaya pisporê geometriyê Bîrkar hatiye dizîn. Piştî merasîma xelatdayînê Bîrkar madalyaya xwe xist nava çenteyê xwe û piştre ferq kir ku madalya û telefona wî hatiye dizîn.
Tevî hemû lêgerînên li salonê jî madalyaya wî nehate dîtîn. Organîzatorekê ku ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re axivî nûçeya diziyê erê kir.
.jpg)

