Di dîroka gelê kurd de Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî cihekî girîng e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serhildana gelan wek “Buhara Gelan” pênase kir. Di van 8 salên bi fedekarî de gelê kurd û şoreşa wan bi roleke pêşeng di rizgarkirina gelan de bi cihê xwe girt.
Tevgera Civaka Demokratîk piştî serhildana Qamişlo ya sala 2004’an rê li pêşiya xwebirêxistinkirina leşkerî vekir. Di destpêka sala 2011’an de li gorî pêwîstiyên wê demê komîteyên parastina civakî avakirin û piştre veguherî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li herêmê û giştî cîhanê lehengiya xwe îspat kir. Piştre YPG’ê zemînek xurt ji xwe re ava kir û saziyeke leşkerî ya hevgirtî ji gelên Bakurê Sûriyeyê re weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava kir û li dijî destdirêjiyan ji xwe re parastina rewa esas girt.
Her wiha projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji sala 2007’an ve xwe dispêre rêgeza biratiya gelan erê kir. Pêşengiya wê jî şehîd Rûstem Cûdî û Şîlan Kobanê bûn. Di sala 2011’an de komîte û meclisên gel hatin avakirin û hemû çînên civakî di bin yek sîwanê de kom kirin.
Naveroka şoreşê di wê demê de li ba kurdan ne tenê rizgarkirina hin saziyên girêdayî dewletê bû, armanca sereke tunekirina desthilatdariyê bû. Ji ber vê yekê tevgera gelêrî berê xwe da Tevgera Civaka Demokratîk û gelek civînên berfireh bi pêkhateyên cuda yên Rojava û bakurê Sûriyeyê re li dar xistin da ku her pêkhateyek karibe rêveberiya xwe bi xwe bike û saziyên xwe yên xweser di hemû aliyan de ava bike.
Komîteyên Edaletê ji bo çareserkirina dozên civakî hatin avakirin û ji saziyên dewletê û malgirtina wan dûr ketin. Her wiha jinên hemû pêkhateyan li her gund û bajarekî hevgirtina xwe ava kir û meclîsên xwe yên xweser damezrandin û projeyên xwe yên civakî û aborî dûrî malgirtina saziyên desthilatdariyê dane destpêkirin. Her wiha rewşenbîr, mamoste, hunermed, bijîşk, hiqûqnas, wezîşkar û ciwanan zemîna bingehîn a yekitî û sandîkayên xwe dûrî desthilatdariya dewletê ava kirin û xebatên xwe li gorî daxwaza gel ku birçiyê azadiyê ye dane meşandin û ber bi avakirinê ve çûn.
Piştî 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an ku weke roja destpêkirina şoreşê hatiye ragihandin û aktîfkirina alternatîfa gel ji sîstema xwe ya civakî re li şûna saziyên dewletê û malgirtina desthilatdariyê ji keda gel re û di encamê de veguherî yekemîn şoresa Rojhilata Navîn di çarçoveya Buhara Gelan de û cudayî şoreş û tevgerên din ên Sûriyeyê xebatên xwe dane meşandin.
Rêbazên meşandina sîstema civakî ji destpêkê ve li gorî şaneyeke biçûk a civakê ve hate meşandin ango komîn û komîteyên jê hatine derxistin û di nav wan de meclîsên herêmî û piştre Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê da ku nûnertiya îradeya wan a siyasî bike. Ev pêngav di hemû aliyan de serkeftî û di cih de bû ku biratiya gelan û wekheviya di maf û erkan de ji xwe re kir bingeh.
Li gorî vê stratejiyê şoreş derbasî qonaxeke nû bû û yekem car di dîroka Sûriyeyê de meclîsa damezrêner a giştî ya rêveberiyên herêmî yên hevbeş ku ji 82 endaman pêk dihat hate ragihandin. Ev endamên nûnertiya hemû beşên civakê û ol û mezhebên bakurê Sûriyeyê dikirin û ji wê desteya hûnandina projeyên cuda û belgeyên pêwîst yên rêxsitinî hate derxistin û di dawiyê de biryar hate standin ku sê kanton li bakurê Sûriyeyê bên avakirin (Cizîr, Efrîn û Kobanê)
Di vê pêngavê de yekem car li herêmê û bi awayekî demokratîk û hevgirtî projeya Rêveberiya Xweser hate amadekirin û Hevpeymana Civakî û sîstema hilbijartinan li gorî daxwaza hemû pêkhateyan hate amadekirin û derî ji hemû hêzan re hate vekirin da ku cihê xwe di nav vê sîstemê de bigirin.
Di encama van pêngavên dîrokî de, serkeftinên civakî û siyasî li pey hevûdu hatin û navê Rêveberiya Xweser li giştî cîhanê belav bû. Di hundir de Desteya Bilind a Kurdî di 24’ê Tîrmeha 2014’an de gaveke ber bi yekitiya siyasî ya gelê kurd ve bû. Avakirina Rêveberiya Xweser û ragihandina wê li her sê kantonan di destpêka sala 2014’an de hişt ku hemû pêkhateyên gel li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bên parastin û nûnertiya îradeya wan bike û parastina wan jî bike û piştî van gavan destkeftiyên dîplomasî û pênasekirina maf û destkeftiyên gel li bakurê Sûriyeyê li giştî cîhanê hate bidestxistin.
Di sala 2015’an de zimanê kurdî û materyalên wê cara yekem di dîroka Rojava û Sûriyeyê de beşdarî sîstema perwerdehiyê hatin kirin û bi awayekî fermî di dibistanan de hatin perwerdekirin. Her wiha bi dehan peymangeh û akademiyên zanistî û wêjeya kurdî û zanistên civakî hatin vekirin. Li rex van xebatan gelek navendên çand û hunerê ji bo vejandina kevneşopî û foklora pêkhateyên herêmê hatin avakirin.
Piştî rêze destkeftiyên leşkerî û civakî li bakurê Sûriyeyê pêkhateyên gel hevgirtina xwe bêhtir xurt kirin û li derdora rêbazên şoreşa 19’ê Tîrmehê civiyan. Di encamê de pêdivî bi çareseriyeke siyasî ya giştî aloziya Sûriyeyê hebû da ku gel ji êtûna şer were parastin. Rêveberiya Xweser bi nûnerên opozîsyonê yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê re civiya û cara yekemîn di çarçoveya Konferansa Sûriyeya Demokratîk de ya 8-9’ê kanûna 2015’an de li hev kom bûn û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ragihandin. MSD’ê di aliyê herêmî û navnetewî de jî deng veda.
Piştî gotûbêjên berfireh bi hemû hêzên ku beşdarî Rêveberiya Xweser a Rojava û herêmên bakurê Sûriyeyê re ku nû hatibûn rizgarkirin, projeya meclîsên damezrêner ên federaliya bakurê Sûriyeyê di 17’ê adara 2016’an de hate ragihandin ku ji pêkhateyên herêmê dihatin avakirin da ku kaxezên xwe yên siyasî û nêrînên xwe di çareseriyê de pêşkêş bikin. Piştî tecrûbeya 5 salan a rêxistinî û têkoşînê, Hevpeymana Civakî ya Federaliyê di 1’ê Tîrmeha 2016’an de ku ji 85 madeyan pêk tê, hate aşkerakirin. Rêveberiyê heta niha nûnertiyên xwe li 8 dewlet û federaliyan vekirine (Rûsya, Fransa, Almanya, Siwêd, Holanda, Lûksembûrg, Belçîka û Herêma Başûrê Kurdistanê) û projeya Sosyalîzma Naneteweyî ku ji 100 partiyên cîhanî pêk tê xwedî li sîstema federaliyê ku li Bakurê Sûriyeyê hatiye ragihandin bi daxuyaniyeke fermî derket.