Ji Qamişlo, rojnamegerê iznew’ê Şhîyar Abdullah, qala şerê vê sibehê yê di navbera hêzên Asayîşa Kudan û rejîmê kir.
Rojnamegerê iznews’ê Abdullah, got ku vê sibehê sê maşîneyên leşkerî yên rejîmê hatin navenda bajêr, esnavekî li ser Rêya Siyahî xwest binçav bikin. Li ser vê yekê şer derket.
Di şerê derketiye de ta niha 11 leşkerên rejîmê hatine kuştin, 2 leşkerên rejîmê jî birîndar bûne.
Ta niha 7 endamên Asayîşê jî jiyana xwe ji dest dane. Li Qamişlo rageşî hîn berdewam dike, ji bo bûyer hîn mezintir nebe ji herdu aliyan de hewldan berdewam dikin.

