Di mehên borî de rêveberiya DYA, ji bo şerê hundurîn ê Sûriyeyê 200 milyon dolarê ku veqetandibû ji çavkaniyê cemidandibû, niha jî hate îdiakirin ku ewê ji bakurê rojava hemû desteka xwe vekişîne.
Li gor nûçeya CBS’yê, rêveberiya Trûmp amadekariyên xwe dikin ku ji bakurêrojavayê Sûriyeyê desteka xwe vekişînin û hemû giraniya xwe bidin herermên ji aliye YPG û HSD’yê ve tên kontrolkirin.
Rayedarek Wezareta Karê Derve daxuyaniyek da Aeûtersê, “Alîkariya DYA ya bakurêrojavayê Sûriyeyê, ji bo desteka cihên bi pêşanî zêdetir bikin hatiye cemidandin.” got.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, di meha adarê de fona 200 milyon dolarî ya ji bo alîkariya Sûriyeyê hatibû veqetandin cemidand, rêveberiya DYA jî Wasgîngton rola xwe ya Sûriyeyê de di ber çavan re derbas kiribû. Rayedarê DYA’yê, “Di ber çavan re derbaskirin hê jî berdewam dike” got.
Trûmp di meha adarê de li Ohîo axaftinek kiribû û di axaftina xwe de gotibû dema ku DYA’yê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Lê belê di meha avrêlê de, piştî îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî yên Gûtaya Rojhilat, hêzên DYA’yê ketibûn êrîşê, rola Washîngtonê ya li Sûriyeyê kûrtir kiribû.
Rayedarek din ê Wezareta Karê Derve yê DYA’yê, diyar kir ku qutkirina alîkariya bakurêrojava ewê bi mehan berdewam bike.
Wezareta Parastinê ya DYA’yê, texmîn dike ku heremên di kontrola DAIŞ’ê de yên li Iraq û Sûriyeyê ji sedî 98 wenda kiriye, lê belê rayedarên leşkerî yên DYA’yê hişyarî dikin ku heke liv an hereman aramî pêk neye ewê ev rêxistin dîsa van hereman bi dest bixîne.

