Li Sûriyeyê û Bakurê Sûriyeyê rewşa awarte berdewam dikin; lijneyek Amerîkayî pêşî serdana Kobanê kiribû, paşê jî derbasî Hesekê bûbû û li wir rêzehevdîtin pêkanîbû.
Di derheqê van hevdîtinan de ta niha tu daxuyanî nehatibûn dayîn; lê îro, Artêşa DYA’yê, li Hesekê û Kobanê, di herêma ji firînê re girtî de pergala pêşxistî ya radarê bicih kirin.
Hate diyarkirin ku Pergalên hatine bicihkirin; ji bo herêmên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ji DAIŞÊ hatine rizgarkirin, li hember êrîşên ezmanî biparêzînin hatine bicihkirin. Hate zanîn ku piştî Kobanê û Hesekiyê ewê heman pergalên radarê li herêmên li Menbîç û Deîrezzorê jî werin bicihkirin. Di derheqê mijarê de me bi berdevkê YPG’yê Nûrî Mahmûd axivî, “Hin xalên stratejîk hene ku em digel koalisyon ne; yek ji vana jî Bakurê Sûriyeyê û biewlekirina Sûriyeyê ye, li hember êrîşên ezmanî biewlekirina Bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdan e. Ev pêşveçûna nuh, yek ji stratejiyek ku me digel koalîsyonê plansaziya wê kiriye ye. Li ser mijarên stratejîk ên ku em digel koalisyona navneteweyî bi hev re dixebitin ew berdewam dikin” got. Nûrî Mahmûd: xebatên me yên li ser gefa êrîşên ezmanî yên li hember Bakurê Sûriyeyê berdewam dikin. Di mijara li hember gefên êrîşên ezmanî de em û DYA’yê hemraman in. Koalisyona navneteweyî bi heşidîna pergalên radarê yên pêşveçûyî, gavê pêşin avêt, ev pêşveçûnek erênî ye, divê li hember hemû gefan ewlekariya hemû herêmê bê girtin .| iznews – bakurê sûriyeyê