Krîza aborî ya li Îranê her ku diçe kûrtir dibe. Li hemberî bilindbûna dolar û kûrbûna krîza aborî, têcir û dikandarên Îranê li gelemperiya welat dest bi greva giştî kirin. Hat zanîn ku li Tehran û bajarên Rojhilat tevlêbûneke xurt heye. Tevî ku gefên rejîma Îranê jî têcir û dikandar di çalakiya xwe de bi israrin.
Dewleta Amerîkayê piştî ku bi awayekî yekalî ji peymana enerjiya nukleerî ya Îranê re vekişiya û dest bi sepanên aboriyê kir, li îranê krîza aborî kûrtir bû. Bi zêdebûna nirxê dolar re jî bandorekî neyînî li ser pereyê Îranê çêbû û aboriya Îranê kete nava krîzeke mezin. Li dijî vê krîzê jî têcir û dikandarên Rojhilat û Îranê biryar dabûn ku ger rewşa aborî wiha bidome dê dest bi greva giştî bikin.
Îro jî li hemberî pereyê Îranê nirxê dolar zêde bû û ji ber ku rejîma Îranê guh nade daxwazên têcir û dikandaran, dest bi greva giştî kirin. Li Îranê û Rojhilat li 31 bajaran têcir û dikandaran derabeyên kargehên xwe anîn xwarê û grêva giştî da destpêkirin. Hat zanîn ku bajarên weke Abadan, Geneva, Esfahan Rafsancan, Mugan, Zahîyadan, Kirman, Benderî Tirkmen, Tebrîz, Erak, Meşed, Boroczan, Zencan û Çabahar tev li grevê bûne.
Li Tehranê grev berfireh dibe
Li gorî agahiyan tevlêbûna herî zêde jî li bazarên mezin ên Tehranê pêk hatiye. Hate gotin li Bazara Mezin a Tehranê, Bazara Zêrkeran, Sîrûz, Seterxan, Kirêkar, Bazara Rojava têcir û dikandaran dest bi grêvê kirin. Li rojhilatê Kurdistanê jî têcir û dikandarên bajarên Saqiz, Mêrîwan, Bane, Dêgulan û Kamyaran, Kirmanşan, Ûrmiye, Serdeşt, Pîranşar û Mîyanduawê jî tev li çalakiyê bûne.
Gelek bajarên Rojhilat jî tev li çalakiyê bûn
Hat zanîn ku hêzên dewletê ji bo ku li bajarên Rojhilat grêvê bişikînin, ketine nava hewldanan. Hêzên dewletê li dikandar û têciriên mezintirîn bazara Sinê ya Fîrdewsê geriyan û xwestin ku kargehên xwe vekin û gef li wan xwarin. Hêzên dewletê ji dikandaran re got ku ger derabeyên xwe venekin dê cam û derabeyên wan bişikînin. Heta niha li gel gefan jî kesî bi paş ve gav neavêtiye.

