ji partiya Komunîst ya Iraqê daxuyaniyek balkêş hat. Partiyê diyar kir ku, “Heke daxwazên me bi cih neyên emê li ser vekişîna ji muxalefetê jî tê de hemû vebijarkan binirxînin.”
Yek ji hevbeşên herî girîng yê Koalisyona Saîrûn Partiye Komunîst ya Iraqê, li ser lihevkirina di bin serokatiya Muqteda es Sadr û Hadî Amîrî de pêk hatiye de, daxuyaniyek da, “Heke daxwazên me neyên cih, emê hemû vebijarkan binirxînin ku di nav de mayîna di muxalefetê de jî heye.”
Partiya Komunîst a Iraqê, di daxuyaniya do de, “Heke daxwazên me neyên cih, vekişîna muxalefetê jî tê de, emê hemû vebijarkan binirxînin. Dibe ku em bi awayek aştiyane ji koalîsyonê vekişin û peywira muxalefetê pêk werînin” got.
Di 12yê pûşperê de, li Iraqê Mukteda es Sadr û Hadî Amîrî, li ser avakirina koalîsyonê li hev kiribûn.
Hadî Amîrî, di daxuyaniya çapemeniyê de gotibû ku deriyê koalîsyonê ji Lîsteya Hîkme ya Ammar Hakîm re vekiriye.
Amîrî diyar kiribû ku, “Bi şertê ku di nava ji sedî 10 û 15yan de bimîne, em razî ne ku deng bi destan werin hejmartin.”

