Namzedê HDPê bo Serokkomariya Tirkiyeyê yê li girtîgeha Edirneyê xwest ku bikare bi rêya telefonê beşdarî bernameya bi navê Liderler Fox’ta (serok di Foxê de) ya FOX TVya tirkî bibe.
Demirtaşê ku ji 5ê Mijdara 2016an ve girtî ye û di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê de xwest ku ji girtîgeha xwe bi bi telefona bi-ankesor beşdarî bernameya wan a Liderler Fot’ta bibe.
HDPê bi daxuyaniyekê ragihand ku Berdevkê partiya wan Ayhan Bilgenî serî li Wezareta Dadweriyê ya Tirkiyeyê daye da ku namzedê wan Demirtaş bikare di mercên girtîgehê de mafê xwe yê propogandayê bi kar bîne û wiha dewam kir: Di wê serîlêdanê de hat xwestin ku destûrê bidin da ku Demirtaş bikare bi televizyonên dixwazin programan çêkin re û bi endamên çapemeniyê yên hevdîtinan bike.”
Herwiha HDPê di daxuyaniya xwe de ragihand ku yek ji daxwazan jî ew bû ku Demirtaş bikare bi telefona bi-ankesor tev li programa Fox TV bibe.

