Wezîrê Milî yê Parastinê Hûsûsî Akar û serokê MÎT’ê Hakan Fîdan çûn Rûsyayê. Akar û Fîdan, bi Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû re hatin cem hev.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate destnîşankirin ku; Akar û Şoygû li paytexta Rûsya Moskovayê hatine cem hev û pirsgirêkên parastina heremî îstîşare kirine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herdû wezîr, li ser bûyerên Sûriyeyê yên dawîn jî dîtinên xwe parvekirine û bi taybetî li ser pirsgirêkên mirovanê yên Sûriyeyê ji bo bi lez bên çareserkirin û ji bo penaber bikaribin vegerin welatê xwe axivîne.

