Li Bakurê Sûriyeyê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), diyar kir ku bi rêveberiya Şamê re, li ser berdewamiya muzekereyan û bidawîkirina tundiyê li hev kirine.
Rayedarên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, roja înê çûbûn Şamê û dest bi hevdîtinan kiribûn, diyar kirin ku di hevdîtinên pêkhatine de, biryar hatine girtin ku muzekere berdewam bikin û bên bipêşxistin, ji bo li Sûriyeyê tundî bidawî bibe komîteyên hevpar bên sazkirin û rêya pêwendiyan her vekirî be.
Di daxuyaniya li ser navê MSD’yê hate dayîn de, hate diyarkirin ku ev komite ji bo hemû pirsgirêk werin çareserkirin di hemû waran de ewê bên sazkirin:
“Di encama civînê de biryar hatiye girtin ku; diyalog û muzekere werin berdewamkirin, şer û tundiya ku civaka Sûriyeyê dixe xeteriyê, bidawî bibe, ji bo Sûriyeyek nenavendî nexşerêyek bê sazkirin di hemû aliyan de avakirina komîteyan.”

