Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, “Ji nuh ve avakirina Sûriyeyek demokratîk û ne ne mezheperest” tenê bi çareseriyek siyasî pêkan dibe, got.
Gûeterres, di Navenda Giştî ya NY daxuyaniya çapemeniyê da û di derheqê bûyerên rojane de pirsan bersivand. Gûeterres diyar kir ku li başûrêrojavayê Sûriyeyê hewldanên wan ên ji bo rakirina rageşiyê encam dane lê belê serkeftinên leşkeri ne pêkan e.
Gûterres, “Ji bo hemû Sûriyeyiyan peyama min ev e; ji nuh ve avakirina Sûriyeyek demokratîk û ne ne mezheperest, tenê bi çareseriyek siyasî pêkan dibe.” got.
‘ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ NY JÎ TÊ DE BANDOR LI HEMÛ CIVAKAN KIR’
Antonîo Gûterres dikar kir ku îstîsmariya zayendî NY jî di nav de li hemû deverên cîhanê bandorek mezin li civakan kiriye û ew biryardar in ku li hember êrîşa zayendî têbikoşin û ewê di vî warî de “sifir tolerans” bidin nîşandan.

