Komek jinên Silêmanî ji bo kareke komînal bihevre bimeşînin, berhem û keda xwe di navenda Paşwêl de kom dikin û bi vê ya re hem danûstandinên civakî yên navbera jinan de bihêz dikin, hem dixebitin hem jî aboriya xwe bixwe ava dikin.
Komek jinên Silêmanî navendeke hunerî, çandî ya bi navê Paşwêl avakirine û tê wateya çanteya pişta jinên gerîla. Paşwêl navendeke hûnerî, çandî û komînal a jinan e. Jinên ku hunerên xweşîk xwendine, jinên di nava malê de aciz bûne, jinên dixwazin xwe bi xwe debara xwe bikin, li vê navenda ku ji hemû jinan re vekiriye kom dibin.
Di navenda Paşwêl dikeve taxa Eqarî ya bajarê Silêmanî û bi pêşengiya Şanaz Cemal û hevkariya jinên din tê birêve birin. Tevî ku demeke kurte hatiye avakirin, lê li rastê eleqeyeke zêde ya jinan tê.

Di navendê de 12 jin dixebitin û çend beşan pêk tê. Hewş û odeyeke biçûk weke kafeteryayek tê bikaranîn. Jinên serdana navendê dikin û dixwazin wexteke xweş bihevre derbas bikin serdanê dikin. Kafeterya ji aliyê xwişk û birayeke ciwan ve tê birêvebirin. Di navendê de tenê zilameke ciwan heye ew jî di beşa kafeteryade alîkariya xwişka xwe dike. Hewş û kafederya jî bi amûrên mûzikê û berhemên hunerî hatiye xemilandin. Bi gotina Şanaz teknolojî û cîhana sanal peywendiya jinan û bi giştî mirovan bihevre lewaz kiriye, lewma xwestiye bi vê projeyê hem jinan bîne gel hev hem jî çareyek ji bêkariya wan re bibîne.
Beşa pêşkêşkirina berhemên hunerî û çandî jî ji keda destê gelek jinan pêk tê. Tiştên ku dixwazin çêbikin, li malê amade dikin û tînin li vir di deynin. Kesên ku serdana Paşwêl dikin, berhemên ku diecibînin dikarin bikirin.

Di her quncikek de tabloyên cûr be cûr jî hatine daliqandin. Ji derve weke maleke normal xuya bike jî dema dikevî nava malê weke dikevî nava cîhaneke hûnerî û fezayeke jina ne. Her wiha atmosfereke germ a parvekirinê mirov dikişîne nava xwe.
Di odeyeke biçûk de jî jinek makîneya xwe ya cilan bi cih kiriye hem pêwîstiyên jinan pêk tîne hem jî cilên Kurdî yên jinan didûre.
Yek ji endamên navendê jina binavê Şaciwan Xeza ev 3’ê sale zanîngehê xilas kiriye. Xeza bi xîzkirina tabloyan, xemilandin û xîzkirina wêneyan li ser keviran beşdarî navendê dibe.

Şaciwan ku diyar dike, li ser daxwaza xwe tevlî vê projeyê bûye, wiha dibêje, “Ez bi xwasteka xwe tevlî kar bûm. Ev qadeke ku ez gelek jê hez dikim e. Keda xwe jî li vê navendê didim nîşandan.”
Endamên vê navendê hinek li navendê dimênin û hinek jî berhemên xwe li nanendê di deynin û di firoşin. Ev jin debara karên xwe li ser firotina berhemên xwe dikin.
Rêvebera navendê Şanaz Cemal dibêje, ew xwestiye bi vê projeyê çareyek ji bêkariya jinan û bêzariya wan a di nava çar dîwarên malê re bîne û wiha pêde diçe, “Armanca min ya yekem anîna jinan a li gel hev e. Ji ber ku niha ji ber teknîkê û medya civakî qûtbûnek di navbera me hemûyan de çêbûye. Ez dixwazim vê yekê bi rêya zindîkirina hûnera kevnar ji holê rakim. Herwiha ev yek dibe sedem ku jin bi pîşeyên xwe re mijûl bibin û li ser berhemên xwe bifikirin. Bi vê re jî bi rêya berhemên xwe bibin xwediya aboriyeke serbixwe ya xwe.”

Li ser hilbijartina navê navendê jî Şanaz got; “Min vî navî ji jinên gerîla yên Qendîl wergirtiye. Ji ber ku ev nav tê wateya Kolepiştî (çanta) ya wan jinan.”










