Partiyên kurd ên bakurê kurdistanê ji bo xebateke hevpar a li ser zimanê kurdî, li Amedê civiyan. Di encama civînê de daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê ji bo zimanê kurdî xebateke hevbeş bimeşînin. Her wiha bang li gelê kurd jî hat kirin ku li her deverê bi kurdî biaxivin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi dirûşma ‘Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me’ li Cemiyeta Rojnamegerên Başurrojhilat ji bo komxebata li ser zimanê kurdî civînek çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Di civînê de rêveberên partiyên siyasî amade bûn û pankarta ‘Zimanê me hebûna me ye’ daliqandin. Daxuyaniya bi kurmancî serokê giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek û daxuyaniya bi zazakî jî endamê Lijneya Navendî ya Hereketa Azadî Sitki Zîlan xwend. Daxuyaniya bi kurmancî ya bi sernavê ‘Ji bona zimanê xwe em bi hevre ne’ ya ji aliyê Çîftyurek ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:
“1) Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bo zimanê dayika xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asîmîlasyona ku bûye weke pençeşêreke civakî, ji bo ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîn bilindtir bikin, hatine cem hev.
Em ‘Îro zimanê me, siberojê jî dê neteweya me têk biçe’, li beramberî vê rastiyê re rûbirûbûneke kûr ku xwîn jê diniqute, ji bo ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersivekê bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbîr û hunermandan re, bi melayan re, li dijberî asîmîlasyona zimanê kurdî (kurmancî, dimilkî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hev.
2) Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û çanda xwe heye, tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li minîbus û otobusan, li nexweşxaneyan bi kurdî biaxivin. Bi vê mebestê em dixwazin bangî gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.
3) Em, ji bo ku siyaseta dewleta tirk ku zimanê me xistiyê ber sikratê teşhîr bikin, ji bo ku li dijî siyaseta yektîpkirinê, red û înkara li dijî kurdan aşkera bikin, li ser sê beşên bingehîn em xebatê bikin, hatine cem hev.
Yek, ji bo zimanê me yê ku dewlet dixwaze tune bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetên kurd re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bo bersiva van pirsan em hatine cem hev.
Dudu, ji dewleta Tirkiyeyê ji bo ku astengiyên li hemberî zimanê kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê tirkî wek zimanê duduyan bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.
Sisê, em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigihînin raya giştî ya dinyayê û mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê, dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî weke Neteweyên Yekbûyî (NY), UNESCO, Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û hwd. em ê ji bo mafê zimanê xwe alîkariyê ji wan bixwazin.
4) Em ê bi van pêngavan ku dê bên avêtin, ji kadroyên sivîl û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alîkariya bingeha çanda demokrasiyê û tifaqa neteweyî di nava kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bên avêtin, ne pêngavên dawî ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Armanca komxebatê; zimanê kurdî ne qedexe ye. Lê belê li dibistanên Tirkiyeyê zimanê perwerdeyê nîne. Zimanê kurdî ne zimanê fermî yê duyemîn e li bakurê Kurdistanê. Bi vî awayî li pêşerojê gefeke mezin a windabûn/tunebûna zimanê me.
Komxebat der barê rewşa zimanê kurdî de li ser sê mijaran disekine;
1 – Helwest û kiryarên dewleta Tirkiyeyê û bidestxistin û daxwazên me ji dewleta Tirkiyeyê.
2 – Daxwaz û hêviyên me ji sazî û rêxistinên navdewletî li gor peymanên navneteweyî.
3 – Çawayiya belavkirin û xwedîlêderketina zimanê kurdî, nexşerêya xebat û çalakiyên di nava gel de.”
Di berdewamê de jî Çîftyurek bernameya komxebata li ser zimanê kurdî aşkera kir û ev agahî da:
“Piştî vegotinên/amajekirinên partiyan, destnîşankirina destgehan/kargehan (atolye) li ser 3 mijaran. Encamên destgehan/kargehan di civîna giştî de wê bên nirxandin û daxuyaniya encamnameyê ji bo raya giştî li gorî biryaran plenum bê dayîn.
10’ê mijdar/tişrînî duyem 2018 yekşem
10:00 : Vekirina Komxebatê û hilbijartina 3 kesan ji bo birêvebirina komxebatê
10:10: Vegotinên/Amajeyên Partiyên Sîyasî (rêza wan alfabetîk hatiye danîn)
– AZADÎ
– DBP
– HDP
– OSP
– PAK
– PDK
– PDK-T
– PÎA
– PSK
11:04: Destnîşankirina destgehan/kargehan
11.15: Navber
11.30: Rûniştina yekem a destgehan/kargehan
12:30: Navber ji bo firavînê
13:30: Rûniştina duyem a destgehan/kargehan
15:00: Navber
15:20: Rûniştina sêyem a destgehan/kargehan
16:30: Civîna Giştî /Plenum (pêşkêşkirina encamên destgehan/kargehan)
17:30: Pêşkêşkirina encamên dawî û encamnameya komxebatê
18:30: Dawiya Komxebatê”
Civîn bi pirsên rojnamegeran û bersivên beşdaran bi dawî bû.

