Piştî Tirkiyeyê, Hindistan jî S-400’an distîne. Pergala S-400’an operasyonên Amerîka û NATO’yê dixe xeterêyê û ji ber vê yekê jî Amerîka hem li dijî Tirkiyeyê û hem jî li dijî Hindistanê behsa danekirinan dike
Piştî Tirkiyeyê, Hindistan jî kirîna S-400’ên Rûsyayê erê kir. Her çend Amerîkayê destnîşan kiribû ku heke Hindistan S-400’an bistîne dê welatên rojava der barê Hindistanê de jî danekirinan bikin rojeva xwe. Li gel vê gefa Amerîkayê jî derket holê ku rêveberiya Hindistanê ji bo kirîna S-400’an 5,5 mîlyar dolar veqetandiye.
Li gorî nûçeya di rojnameya The Times a Hindistanê de li gel hemû bertek û hewldanên astengkirinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî rêveberiya Delhiya Nû ji Rûsyayê dê pergala parastina hewayî ya moşekî S-400’an bikire. Li gorî heman nûçeyê biryara kirîna S-400’an di 28’ê hezîrana borî de hatiye wergirtin.
DYA’yê THAAD teklîf kir
Rojek beriya ku biryara kirîna pergala S-400’an li Hindistanê were wergirtin çapemeniya amerîkî jî bi nûçeyên xwe bal kişand ser ku Qesra Spî ji bo kontrata di navbera hikûmetên hind û rûsan pûç bike; teklîfa firotina pergalên moşekên antî-balîstîk ên THAAD’ê ji bo Hindistanê kiriye. Lê li gel vê teklifê jî Hindistanê destnîşan kiriye ku dê S-400’an bikire.
Çîn û Pakistan wê ditirsîne
Hikûmeta Hindistanê destnîşan dike ku pergala S-400’an ji bo ewlehiya welatê wan dê gelekî bi kêr be û balê dikişîne ser moşekên bi bandor ên Çînê û mezinbûna kapasîteya çek û cebilxaneyên di destê Pakistanê de.
Konseya Tedarîkê ya Bergiriyê ya Hindistanê ku Wezîrê Bergiriyê yê Hindistanê Nirmala Sitharaman serokatiya wê dike li gel hemû diltengiyên DYA’yê tercîha xwe li ser kirîna S-400’an kir. Pêvajoya hatina S-400’an ji bo Hindistanê jî maye li ser çend gavên dîplomatîk û burokratîk. Piştî ku Wezareta Darayî ya Hindistanê daxwaza konseya tedarikê erê bike dê piştre ev daxwaz biçe ber destê Komîteya Ewlehiya Hikûmeta Hindistanê. Piştre jî dê êdî kar bimîne li ser dîroka îmzekirina peymana di navbera hikûmetên hind û rûs.
Paşxaneya têkiliyên hind û rûs
Di meha gulana borî de di navbera Moskov û Dehliya Nû de ji bo pêşvebirina tîcaret û razemeniya di navbera her du welatan de hin temas pêk hatin. Li gorî nûçeya li ser Expert.ru yê rûsî hat destnîşan kir ku Rûsya û Hindistan ji bo avakirina qada bazirganiya serbest a di navbera Yekitiya Avrasya û Hindistanê de dixebitin. Li gorî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di serdana serokwezîrê Hindistanê Narenda Modî her du welat di warê pergala Glonass, înşaaya qada hewayî, otomotîv, derman, endustriya kîmyewî û pergala parastinê de heta sala 2025’an bi hecma 30 mîlyar dolarî bazirganiyê bikin.
Helbet meseleya kirîna S-400’an di civîna meha gulana 2018’an de lis er maseyê nû lê paşxaneya wê digihîje sala 2016’an civîna 8’emîn a Bricsê û 17’emîn Lûtkeya Rûsya-Hindistanê. Civîna ku li bajarê Goayê Hindistanê pêk hat jî mijara sereke S-400 bû. Piştî civîna di navbera Pûtîn û Modi de li ser S-400’an her du alî jî li hev kiribûn.
DYA çima naxwaze?
Pergala S-400’an li dijî balafirên şer ên amerîkî F-18 û F-35 gelekî çalak in û êrîşên van balafiran dikarin bêbandor bikin. Li aliyê din balafirên şer ên amerîkî Boeîng B-52, Rockwel Internastional B-1 Lancer, General Dynamîcs F-111 Aardvark, General Dynamics/Grumman EF-111A Raven, Grumman EA-6 Prowler, McDonnell Douglas F-15 Eagle, General Dynamics F-16 Fighting Falcon, Lockheed Martin Boeing F-22 Raptor, Lockheed F-117 Nigth Hawk, Northrop B-2 Spirit jî nikarin ji ber S-400’an bifilitin. Ji ber van xisletên xwe DYA di serî de Tirkiye zextê li dewletên ku pê re bazirganiyê dikin û mutefîkên wê ne, dike ku S-400’an nestînin. S-400 hem êrîşên hewayî yên amerîkî qels dike û hem jî welatên ku S-400’an distînin di warê parastin û êrîşan de ji bo Amerîka û helbet NATO’yê dibin gef.

