Komek xwendekarên zanîngehê qedandîn, li Şarezûr bi hevre karê komînal yê çandiniyê dikin. Ev xwendekar beşek ji çanda komînal zindî dikin û bêy ku çavê wan ber destê hikûmetê be aboriya xwe bihêz dikin û berhemên xwecihî zêde dikin.
Deşta Şarezûr yek ji deştên bi nav û deng ya Başûrê Kurdistanê ye. Ev deşt ji bo karê çandiniyê gelek bi berheme. Di salên borî de cotyaran bi komînalî çandiniyê di wê deştê de dikirin û berhemek zêde bi dest dixistin. Lê piştî rûxîna rejîma Baasê ya sala 2003’an de, Hikûmeta Herêmê gelek welatiyên wê derê kirin karmend û mûçexwer. Di encam de êdî girîngî ji bo karê çandiniyê nehat dayîn û her çû kêmbû. Piştî vê yekê hêdî hêdî cotyar ji karê çandiniyê dûrketin û beşek ji wan zeviyan bûn xanî û cihê niştecihbûnê.
Lê niha komek ji ciwanên Şarezûr bi komî wê çanda berê ya çandiniyê zindî dikin.
Bi dûrketina karê çandiniyê re welatî tenê li benda serê mehê bûn. Ji ber ku hikûmetê wana hemû bi meaş ve girêdabûn û bibûn karmend çavê wan li ber destê hikûmetê bû. Lê ev rewş jî zêde dom nekir, di sala 2013’an de hikûmet diyarkir ku ji sedî 65 welatî mûçe xwerin û ew êdî nikarin kesên zanîngehê xilas kirîn damezrênin û mûçeyê bidin wan.

Piştî vê biryara hikûmetê bi sedan ciwan zanîngehê xilas kirin bê kar man. Hikûmetê jî ji bo ciwanan ti derfetek yê kar ne afirand.
Îsal 12 ciwanên ku hinek ji wan beşê ziraetê yê zanîngehê qedandîn û hinek jî hêjî xwendekarin komek ava kirin. Ji wan 12 ciwanan 10 jê jinin. Ciwanan biryar dan bi awayê komînal dest bi çandiniyê bikin û giringiyê bidin karê çandiniyê. Ji bo vê navê komê jî kirin ‘Giringidayîna çandiniyê.’
Ev biryar piştî hinek guftugoyên bi cotyaran re hat dayîn. Cotyarek bi biryara ciwanan gelek kêfxweş dibe û piştgiriya xwe ji bo wan da nîşandan. Di encam de 10 donum zevî yê li gundê Diskere dan ciwanan daku îsal û salek din çandiniyê tê de bikin. Koma ciwanan jî di meha Nîsanê de dest bi çandiniyê kirine.

Ciwanan zebzeyên weke; ‘fasulye, xeyar, lobî û gelek cûrên din yên zebzeyan çandine. Ciwan rojane diçin gel zevî û çavdêriya berhemên xwe dikin û av didin. Li gorî pêwîst jî ciwan çandiniyên xwe derman dikin.
Berpirsa beşê ragihandina koma ciwanan Bêrîvan Ehmed li ser vê yekê ji RojNews re axivî û got ku hestek gelek xweşe û got; “Ev kar hestek cûda û xweşe, ji ber ku em ne li benda îmzayek ya hikûmetê ne heta ku me bigre kar yan jî damezrêne.”

Bîlal Hemed Rauf û Şeyma Ferîdun rêveberiya komê dikin, bi awayek wekhev kar li ser xwe û hevalên xwe dabeş dikin. Bîlal got ku ev proje ji bo wan ezmûneke û xwediyê erdê jî ti pere ji wan nestandiye. Ji bo vê ew li ser feyde û ziyanê wê na fikirin, tenê dixwazin ev kar ji bo wan bibe dahatûyek.

Şeyma Ferîdun jî li ser girîngiya projeyê axivî û got; “Ev karê me pêngavek baş bû ji bo derbazbûna bê karî û beşdariya jinan ya di vî karî de. Ji bilî vê ev yek dibe sedemê zêdebûn berhemên navxweyî. Ev çandiniya ku em bi xwe diçênin û berhem digre gelek bi tendurist e. Ji ber ku berhemên ku ji welatên din tên em nizanin çawanin. Lê evane cihê baweriyê ne.”

Ev koma ciwanan dixwazin projeya xwe berfireh bikin û niha kar li ser berhemên demsala zivîstanê dikin. Komê biryar dane ku dema berhemên wan çandîn çêbûn, bi xwe kom bikin û li nava kolanan de bifiroşin û çanda çandiniyê carek din zindî bikin.

